Di malpera dîyarnamê de nûçe-şîroveyek li ser lîsteya pirtûkên Kurdî hate weşandin. Min ji wê lîsteya malpera dîyarnameyê lîsteya pirtûkên folklorê amadekir û çend nîşe li ser nivîsand.
Weşanxaneyên Kurdan hema bêje her sal gelek pirtûkên folklorê çap dikin. Ev pirtûk bêhtir berhevkarî ne. Du sala 2023an de Weşanxaneyên pirtûkên folklorê çapkirî ev in: Avesta, Dara, J&J, Doz, Enstîtûyaya Kurdî ya Stenbolê, Name, Nûbihar, Peywend, Pûng Ajans û Wardoz.
Di sala 2023an de bi tevahî 36 pirtûkên folklorê hatina çapkirin. Di nava 36 berhemên folklorê de bi zaravayê Zazakî tene pirtûkek heye. Weşanxaneya herî zêde pirtûkên folklorê çapkirî weşanxaneya J&J ye û 22 pirtûk çapkirine. Ji van pirtûkan 21, yên berhevkar Hîlmî AKYOL in. Berhevkar Hilmi Akyol ev bi salan e karê berhevkirinê dike. Ev 40 sal bûn gelek tişt dabûn hev û ev 10 salên dawî ye her wan deşîfre dike û belav dike. Heta niha li gorî min hejmartîyê Hîlmî AKYOL 123 pirtûkên berhevkarîya folklora Kurdan çapkirine.
Weşanxaneya duyemîn ya zêdê pirtûkên Folklorê çapkirî Weşanxaneya Peywend e. Vê wêşanxanê çar berhemên berhevkar Munir Timurtaş çapkirine. Ango Munir Timurtaş di nav kesên pirtûkên folklorê nivîsî de nivîskarê duyemîn e.
Di sala 2023an ti weşanxane li ser teorîya folklorê ti pirtûk çapnekirine. Tenê pirtûka “Mîtos û edebiyat” ku edîdorên wê Shab Valî û Kenan Subaşi ne, hinek tiştên li ser teorîya folklorê di nava xwe de dihewînê.
AVESTA:
Lawê Pîrê / Berhevkar Roger Lescot / Tekstên kurdî
DARA
Pênc Destanên Kurdî Yên Kevnar / Mihemedê Pîrê / Destan-folklor
DOZ
Nifirên Kurdî / Şeyh Mehmet Kukalsiz / Folklor
ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ:
Mamik û Zûgotinok / Amadekar Jiyan Ay, Minewer Aslan / Folklor
J&J:
- Antolojiya dengbêj û çîrokbêjên farqînê – 2 – / Hilmi Akyol Zargotin
- Dengbêj û çîrokbêjên serhedê – 2 – / Hilmi Akyol Zargotin
- Dengbêj û çîrokbêjên botanê – 1 – / Hilmi Akyol Zargotin
- Heft guhertoyên strana zilkîfê mala xatûnê / Hilmi Akyol Zargotin
- Antolojiya dengbêj û çîrokbêjên hezroyê – 2 – / Hilmi Akyol Zargotin
- Antolojiya dengbêj û çîrokbêjên licê – 2 – / Hilmi Akyol Zargotin
- Antolojiya çîrokbêj û destanbêjan – 6 – / Hilmi Akyol Zargotin
- Pênc Guhertoyên Gul û Sînan / Hilmi Akyol Zargotin
- Şeş Çîrokên Eliyan / Hilmi Akyol Zargotin
- Antolojiya çîrokbêj û destanbêjan – 1 – / Hilmi Akyol Zargotin
- Dozdeh qewimîn û dozdeh stran – 4 – / Hilmi Akyol Zargotin
- Heft Guhertoyên Teyar û Derwêş / Hilmi Akyol Zargotin
- Dengbêj û Çîrokbêjên Serhedê – 1 / Hilmi Akyol Zargotin
- Baqek Çîrokên Gelêrî / Hilmi Akyol Zargotin
- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Licê – 1 / Hilmi Akyol Zargotin
- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Hezroyê – 1 / Hilmi Akyol Zargotin
- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Farqînê – 1 / Hilmi Akyol Zargotin
- Antolojiya Çîrokbêj û Stranbêjan – 5 / Hilmi Akyol Zargotin
- Dozdeh Qeimîn û Dozdeh Stran – 3 / Hilmi Akyol Zargotin
- Ji Devê Mêran Stanên Dawetê / Hilmi Akyol Zargotin
- Heft Guhertoyên Newala Paxir Madenê / Hilmi Akyol Zargotin
- Toyê Estonekî û Deyîrê Gêlî / Zerrîweş Esnaw / Zargotin
NAME
Pêşîya Derê Mala Cemo / Dursun Evren / Folklor
NÛBIHAR
1-Dengbêj Mehmûdê Hesê – Antolojiya Dengbêjan 4 / Omer Guneş, İbrahim Şahin Lêkolîn-Folklor
2- Lalezar Bi Şîret û Hîkmet û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan / Mela Husnî Hezîn / Folklor
PEYWEND
- Bilbizek / Munir Timurtaş / Folklor
- Gulazer / Munir Timurtaş / Folklor
- Endeko / Munir Timurtaş / Folklor
- Pîvok / Munir Timurtaş / Folklor
PUNG AJANS:
Metelok Gotinên Pêşiyan / Mahfuz Zariç / Folklor
WARDOZ:
1- Kela Dimdimê Xanê Lepzêrîn / Celîlê Celîl & Ordîxanê Celîl / Destan
2- Zilam Ez I’m Milam Kî ye? / Zargotina Kurdên Sûrîyeyê/ Amadekar Celîlê Celîl / Folklor