Şêxa delal mi go mi yarî kir lê te yarî kir herî lê lê herî lo lo
Şêxa delal mi go bavê lêda lê dê darî kir herî lê lê lê lêê
Wela bi xwêdê mi dî qupçê berbedana vebûn lê memka spî kir werî lê lêê
Wela gelî gundîyano cîrana xwedê şêxa delal dosta mi bû
dilê mi şewitî wey gundîno ji bona xwedê mi çû navçîti kir
wela bila xwêda xira bikê mala bavê ewana û çewana
fesadê gundê me rabûn, çûbûn li ba bavê şêxa delal yar lê fesadî kir lê were lê lê
wela şêxê rebenê, bi xwedê bik piştî çavê te yê belek gidî minê dînya girt û axret ji bîr kir.
Şêxa delal mi go bihara yar lê xweş bihara lê here lê lê here lo lolo
Wela mi dî mîratê kevota pelçim da bûn lêj berî dara lê wer delalê
Xwezîka ji xêra Xwedê ra min zanîba yan cineta baqîya xweştir a yan suhbeta ya lê dost û yara
Wela mi go gelî gundîyan û cîrana wextê ez bimrim bila li ber serê min newê dengê tu quran û tu yasîna, ji xeynî heyranokê lê van hevala lê wer dalalê
eman eman eman eman eman yar lê şêx kubarê
Şêxa delal ez ne şêx im ne mela ma ne derwêş im herî lê lê herî lo lo
Şêxa delal mi go ezê herima sûka Mûsila Badîna şewitî kêrekê ji va kêrê çaqo bênim
Ezê herim serê dile xwe lê bi xwe qelêşim lê şêx kubarê
B’xwêdê mi go hecî derdê evînîka mala xweyî şewitî nedîtibê bila werê cem min
Wela sibê heya nîvê êvarê derengê şevê na na ezê kulê dila lê ji wa ra bêjim
Şêxa delal mi go b’wa quranê lê di mala me da lê herî lê lê lê herî lo lo
Şêxa delal mi go b’wa nivişt û hemayîlokê di ber bejn û lê bala te da yar lê şêx dalalê
Wela b’xwêdê minê ji bona xatirê şêxa delal rabû wela dînya girt û axret terk da
Şêxa dînê mi go mine şêxa delal dîbû lê li ber eywanê herî lê lê lê herî lo lo
Şêxa delal mi dî fetlê şarê girê dabûn li ser poşîyê lê Kesrawanê lê şêx kubarê
De bila xwedê miradê miradxwaza bikê miradê min û Şêxa dînê wela li bihiştê li serî banê
NÎŞE: Ev stran-kilam min ji bavê xwe Ûsivê Emer( Yusuf VESEK) girtiye. Wî ji bavê xwe Emerê dîwanê di sala 1959an girtiye. Bapîrê min Emerê Dîwanê di sala 1968an wefat kiriye. Emerê Dîwanê ji gundê Bafê ye. Çavkanîya vê kilamê Ûsivê Emer niha 69 salîy e û li Hezexê dijî. Bi xêra bîra wî ya xurt min ev kilam berhev kir.
Helbet me ev strana qedîm ji devê gelek hunermenên kurd guhdarî kiriye. Lê her hunermendî beşek jê gotiya ango hinek beş negotine. Varyante herî dûvedirêj Mihemede Arifê Cizirî gotîye. Lê ev strana me nivîsandî ji yên hunermendên kurd gotî jî hinekî cuda ye.
Peyv û gotinên devoka herêmî min neguhartine û wekî hatî gotin min nivîsandine.
Ferhengok:
Yarî: Henek
Darîkirin: Temaşe kirin. Darî kir.
Ewana û çewan: Kesên ne baş. ( formeke gotinê ye)
Navçîtî: Navê karê ji hev veqatandina kesên şer dikin. Navê kesê navçîtîyê dike jî navçî ye.
Heyranok: Stranên kurt yên evînîyê
Kevot: Cureyêke daran
DANHEV: Veysel VESEK
ÇAVKANÎ :Ûsîvê EMER( Yusuf VESEK)