JI NAV ARŞÎVA KASETÊN KURDÎ -1 “YAĞMUR” ( BARAN BARÎ)- MURAT BEKTAŞ

Murat BEKTAŞ

Peyva kaset, li gorî agahîyan ji zimanê fransî hatîye. Wateya kasetê jî,ew tişta ku di nav de deng û wêne li ser şerîtên manyetik tomarkirî ye.

Mebesta vê rêzenivîsa me, dê li ser kasetên kurdî be.Weke ku tê zanîn, berî vê cîhana dijital, me deng û awaz ji plakan û pîşt re jî ji kasetan guhdar dikir. Di dema me de ev kaset û plak êdî hema bêja li pîyasayê nemane. Pîyasaya muzîke, berê li ser pişta kasetan dimeşî û hunermendan berhemên xwe weke dosya di kasetan de tomar dikirin. Navenda tomarkirina kaseten li Tirkîyê, bajarê Stenbolê, Unkapani bû. Îro kaset nayên çêkirin û nayên tomarkirin. Kasetan di muzîka kurdî cihekî mezin girtiye. Bi xêra kasetan îro muzîka kurdî weke arşîva gel li ber destê me ye. Bi taybetî hunermendên herêmî berhemê xwe gelek caran li malan bêyî ku stûdyo hebe li ser kasetan qeydkirine. Kurdan jî,  di nava malê xwe de, li ber kasetan kaset dagirtine û gelek caran kasetên orjînal bikar neanîne. Sedemên dagirtina kasetên li malê hatî dagirtin gelek in. Lê yên sereke, teadayîya dewletê û şertên aborî ne.

Em ê di nivîsa yekemîn de li ser stranbêjê navdar ku di salên 1990î de kasetên balkêş derxistine, Murat BEKTAŞ û kaseta wî ya yekemîn ku navê wê bi tirkî“Yağmur”  hatiye nivîsandin(“Baran Barî-) rawestin.

MuratBEKTAŞ kî ye?

Murat Bektaş di sala 1965 li Amedê çêbûye. Malbata wî ji bajarê Mêrdîne ji navçeya Stewrê ye. Li gorî malpera Mîrbotan.Com, Murat Bektaş ji gundê navçeya Mêrdînê Mehsertê BAFAWA- Kayadere ye. Lê ev agahî dibe xelet be. Ji berk u gundê Bafawa gundê navçeya Stewrê ye. Li gorî van her dû agahîyan em karin bejin ku, Hunermend Murat Murat BEKTAŞ ji gundê Bafawaye ya li ser navçeya Stewrê. Her weke tê zanîn dengbêjê navdar, Cemîlê Bafawî li Bafawa ji dayîk bûye. Hunermend di zikmakî de, hafize  ango kor bû. Li gorî hin çavkaniyan Murat Bektaş, di sala 1974an de bi awayekê profesyonel dest bi gotina stranan kiriye. Murat Bektaş enstrûmanên weke tembûr- baxlama û mandolîn bikaranîne. Hunermend muzîka kurdî ya gelerî gotiye û bi gotina stran û kilaman hatiye naskirin. Ji xeynî kasetên wî yê solo, bi hozan Hozan Fate û Şehribana Kurdi re jî du kaset çapkirine. Hunermende di sala 2000î ji vegera konserekê, di bûyereke hatû çûyînê de jiyana xwe ji dest da. 
Li gorî çavkaniyan berhemên Murat BEKTAŞ ev in. Baran Bari (1982) * Oy Nazê (1989) * Murat u Fatê - Daweta Me 1/2/3 (1991) * Dilan (1992) * Şehribana Kurdi& Murat Bektaş - 1992 (1992) * Cizira Botan (1993) * Sipanê Xelat (1994) * Hoy Mamo (1995) * Mem Xunek (1996) * Dilo Can (1996) * Oy Felek (1997) * Şehribana Kurdi& Murat Bektaş - Dilana Kurdi () * Şehribana Kurdi& Murat Bektaş - Lê Amede () * Şehribana Kurdi& Murat Bektaş - Koma Dilan (2002) *  Official fan page of Murat Bektaş  https://www.facebook.com/ser

Çîroka Kaseta bi navê “YAĞMUR”- Baran Barî

Di destê me de ji kasetên Murat Bektaş ya bi navê “Yağmur” ku di sala 1991ê hatiye tomarkirin heye. Weke navê kasete tê xuya kirin ji ber sedemên qanunî navê vê kasetê bi tirkî hatîye nivîsandin û navê wê yê rastî bi kurdî“Baran Barî” ye. Li gorî çavkaniya ev berhema yekemîn ya Hunermend e û di sala 1982an hatiya çapkirin. Ger ev berhem bi navê xwe yê kurdî di sala 1982 hatibê çapkirin, çima careke din ev kaset bi navê “Yağmûr” werê çapkirin. Ne agahî lê wek şîrove em dibejin, di şertên tirkî de ku sala 1982an qedexe li ser zîman hunera kurdî hebû ne mimkûne bi kurdî û bi awayekî serbest were qeyd kirin. Ji ber ku weke ku tê zanîn, li Tirkî qedexeya qanunî ya li ser zimanê kurdî di sala 1991 de hate rakirin. Lê bi kurdînivîsîn, weşana nivîskî ya kurdî pişt re serbest bû ev berhema Murat Bektaş ji Ataman Plakçilik ve Kasetçîlîkê sala 1991ê bi nimro Yekê hatîye çapkirin. Û ez dibêm qey pîştî vê kaseta kapaxa wê tirkî, di sala 1992an de vê carê bi kapax û naveroka xwe kurdî hatiye çapkirin.

Ev kaset weke me li jor jî nivîsandî di sala 1991ê de bi navê YAXMUR derketîye. Navê Şîrketa ev kaset derxistîye ATAMAN PLAKÇILIK VE KASETÇÎLÎK e û weke li ser kapaxa kasetê hatîye nivîsandin berhema yekemîn a ve kargehê ye. Navê kasete bi tirkî YAXMUR û navê stranan jî bi tirkî hatiye nivîsandin.

Li ser alîyê kasetê A yê navê stranan bi tirkî bi vî awayî hatiya nivîsandin û kurdîya wan nehatiya nivîsandin:

A                                                                                            B

  1. Yağmur Yağdı                                                         1- Oy Naze
  2. Bülbül                                                                       2- Ela Gözlüm
  3. Yandı Gönlüm                                                         3- Gönlümün aşkı
  4. Ceylan                                                                       4-Canê
  5. Ey Dilberi                                                                  5- Haydi Oyuna
  6. Kirve                                                                          6- Kısa Boylum
  7. Hasanım                                                                    7- Ceylanım
  8. Oy Bana                                                                    8- Kına getir Leğene

Bi qasî ku me famkirî navêvan stranan jî kurdî ev e :

  1.                                                                                       B-
  2. Baran barî                                                                  1- Oy Nazê
  3. Bilbilê dilşad                                                             2- Çav beleka min
  4. Dilo şewitîyo                                                             3- Evîna dile min
  5. Xezalê hêlî hêlî                                                         4- canê canê were meydanê
  6. Ey Dîlberê                                                                 5- Werne dawetê-Potborî
  7. Kirîvo                                                                       6- Kina min
  8. Hesenîko                                                                    7- Xezala min
  9. Weyla li min                8- Hinê bînin li teştê kin

Weke tê dîtin kargeha kaseta navê kasetê û navê stranên kurdî ne bela sebep tirkî nivîsandine. Ger pirsgirekên qanûnî yên li Tirkî nebane navê kasete û navê stranan dê kurdî hatiba nivîsandin. Lê dema mirov li kaseta guhdar dike, dibine ku rêzkirina stranan ne bi vî hawî hatiye qeyd kirin. Li gorî qeyd kirina kasete stran tevlîhev hatine rêz kirin. Ango ne li gorî nivîsa kapaxê hatine qeyd kirin û hinek stran li alîyê A’ye hinek jî li alîyê B tevlîhev hatine qeydkirin.  Û her wekî tê xuya kirin ger li alîyê B’yê potoborî yek stran were qebûl kirin, li her alîyekî kasete 7 stran hatine qeyd kirin. Li gorî qeydkirina kasetê rêzkirina stranan wiha ye.

A                                                                                  B

1-Baran barî                                                           1- Hesenîko qurban

  1. Bilbilê dilşad                                                  2- Oy Nazê                   
  2. Çavbeleka min                                              3- Ey dîlberê
  3. Dilo şewitîyo                                                  4- Kirîvê
  4. Weylo li min                                                   5- Hinê bînin teştê kin
  5. Evîna dile min                                                6- Canê canê                                                               7- Xezala min                                   
  6. Rabin dawetê –Ha di cî da
  7. Wele govende ranebe
  8. Ay lê kine
  9. Xezalê hêlî hêlî

Di vê berhame Hunermend Murat BEKTAŞ de tişteke din balê dikişine ku ew jî kapaxa kasete ye. Di kaxeza kapaxê de, nave nivîskar û awazçêkerê stranan li bin navê stranan ne hatîye nivîsandin. Li fotografê kapaxê de, fotografê Hunermend Murat Bektaş bi cil û bergên kurdî bu tembûra xwe xuya dike. Di kapaxa hundîrîn de jî dîsa fotografekê hunermend heye û di rûpelê hundirîn de navê stranan bi tirkî heye. Her çiqas navê afîrenerê stranan di bin navê stranan de nehatibe nivîsandin jî, Murat BEKTAŞ di binê kapaxa hundirîn de, ji bo stranan spasîyên xwe ji hunermendên bi nav û deng Şivan PERWER û Aram DIKRAN re gotiye. Ev jî dide xuya kirin ku Hunermend Murat BEKTAŞ, xwedîyê stranên di kasete de hatî gotin, weke Şivan Perwer û Aram Dikran qebûl dike. Bi rastî jî gelek stranên vê kasete cara ewil ji dengê van her dû hunermendan hatine guhdar kirin. Lê navê hin awazçêkerê weke strana “ey bilbilê dilşad” nehatiya nivîsandin. Her weke tê zanîn cara ewil ev stran bi awayekî profesyonel hunermend Saîd Gabarî gotiye.

            Bi xêra weke hunermendên Murat Bektaş muzîka kurdî di nava civaka kurd de bêhtir hatiye belav kirin û qedexeyên li ser muzîka kurdî bi awayekî çewt jî be hatine bê tesir kirin.