Kurdekî Xwedî Tac: Mîrza Mehemedê Kurd

Hin Agahî

Pirtûka bi navê “MÎRZAYEKÊ KURD MEHEMED” ( Bir Kürt Prensi Mehemed) ji nav Weşanên Darayê, di meha adarê de derket. Pirtûk ji Îngilîzî ji bo zimanê tirkî hatiye wergerandin. Pirtûk ji hela nivîskar û wergêr Baran ZEYDANLIOGLU ve hatîye berhev kirin û wergerandin. Nivîskarê pirtûkê lêkolîner û zimanzanê Brîtanî Charles Wells e. Werger B. Zeydanlioglu di destpêka pirtûkê de, pêşekek  nivîsandîye û di vê pêşekê de jiyana nivîskar,  berhem û pergala xebata li ser berhemê vegotîye.

Di pêşgotina wergêr da, Charl Wells wek zimanzan û nivîskar û lêkolînerekî Brîtanî tê danasîn. C. Wells, li xaka Osmanîyan wê demê, wextekî dûvedirêj dimîne û gelek xebatan li ser zimanê tirkî dike û Ferhanga Redhouse jî bi hin akademîsyenên Osmanî ra amade dike. Lê li gor wergêr vedibeje, C. Wells li ser çîrok û efsanêyên Tirkan, Farisan, Çînîyan Kurdan û Hindan xebateke berfireh dike û wan berhemên devkî bi ingilîzî qeyd dike.

Mîrzayê Kurd Mehemed ji berhama C. Wells  ya bi navê “Mehemed, The Kurd And Other Tales From Eastern Sources” beşek e.  Berhema nivîskar bi tevahî di sala 1865an li Londonê hatîye çap kirin.  Her wiha nivîskar C. Wells di pêşgotina pirtûka xwe da dibêje ku, wî ev çîroka Mîrza Mehemedê Kurd ji çavkanîyeke Erebî wergerandîye Ingîlîzî. Ji vê Berhema berfireh beşa “Mîrzayê Kurd Mehemed” bi xêra keda B.ZEYDANLIOGLU ji bo tirkî hatîye wergerandin. Berî em pirtûkê hinekî binirxînin, divê em xwezîya xwe “çima ev berhem pêşî ji bo kurdî nehatîye wergerandin” jî bînin.

Naverok û şêweya Çîrokê

Ev berhem ji macerayên Mîrza Mehemedê Kurd pêk hatîye. Çîroka Mîrzayê Kurd ji Helebê, ji Serokeşîrtîya bavê wî Karhan Axa dest pê dike. Karhan Axa camêrekî dewlemend e, lê piştî saleke mehteşîyê û xelayê ev serokeşîr bi eşîra xwe ve welatê xwe diterikînin û koçî dora welatê Hindê dikin. Karhan Axa bêwêrt e û dia ji Xwedê ra dike ku jê re kurek çê bibe. Piştî demekê kurek jê re çê dibe û navê wî Mehemed di deynin. Mehemed piştî mirina bavê xwe hemû mal û milkê xwe winda dike. Bi xêra camerekî ixtîyar, bi pênc bizinan berê xwe dide xerîbîyê. Mehemed di rê da rastî zilamekî tê, pênc bizinên xwe bi XEWNEKÎ dide. Lê xewneke derewîne û Mehemed hatîye xapandin. Ji ber safîtîya wî, zilamê lêrasthatî berê wî dide rêyeke bêdawî. Lê çîroka Mehemed nû dest pê dike. Piştî rêyeke dûve dirêj Mehemed xwe digihîne ber derîyê Bajarekî bi Çar Somik( kule), lê şev e û derîyê sûrhên bajêr girtîne. Piştî wextekî baran jî dibare, Mehemed li dora xwe dimeyzîne, dibine ku dehl in li dora sûrhên bajêr hene û xwe li nav kolikekî distrînê. Lê nîvê şeve di xew de yek jê re dibeje “ were bi meşe”. Mehemed ji xwe ra dibêje “ev xewna min a bangî min dike” û dimeşe. Bi halê çav li xew li pey xewna xwe dimeşe û sibehî dibine ku xewna wî Keça qralê bajêr e. Xewna derewîn çawa dibe jiyan dê pişt ra bê vegotin

Çîrok pîştî vê bûyera ku Mehemed dibê mêrê keça qralekî dibe çîrokeke demên mitolojik.  Êdî çîrok, ji sihrê, ji Cinan, ji Şûrê bisihir, ji xezîneyan û ji dêwan xalî nabe. Bi şîretên keybanûyê Mehemed dibe Mîrzayek. Di çîrokê de bi her awayî serdestîya jinan xwe dide der. Yên ku Mehemed dikin Mîrza û Qral jî, şîret û çalakîyên her sê jinên wî ne.

Di berhemê de hem hêmayên çîrokên gelerî hene, hem jî vegotina jiyana Serdama Navîn heye. Ji ber ku di gelek cihan de jîyana eşîrtî ya li zozanan, jîyana wî çaxî ya di nava sûran de û birêvebirina Dewleta tê vegotin, jiyana serdema navîn li ber çavan tê raxistin. Her wiha di çîrokê da, ji ber ku, tîp û qarekterên weke Dêw, û cinan, karên weke sihir, sîmya, kirasên teyrikan hene, vegotina çîrokên klasik xwe dide der. Tişta herî belkêş jî qarekter gelekî bi hûrgulî hatine vegotin.

Di çîrokê da tişteke balkêş jî, Keybanûyên jinên Mîrza Mehemed Darut Muluk, Nuzhat Ez-Zaman, Badr El Maha bi Balonê difirin û rêwîtîyê dikin. Piştî wan, Mîrza Mehemed û alim Zîrajjan û gelek kesên din bi Balonê rêwîtîyê dikin. Di çaxê ku ev çîrok hatî nivîsîn de, li parzemîna Asyayê Balon hîn nehatibûn kişf kirin. Vêca di çîrokeke nîv-mîtolojîk de çawa ev makîneya hawayî heye? Dibe ku nivîskar lê zêde kiribe ev Balon, lê dibe ku ev xeyala gelên wê serdemê jî be.

Di çîrokê de zanîn, her û her li ser îqtidarê ye. Mîrza Mehemed jî bi xêra ilm û zanist sihrê dibe qral. Ya rastî Mîrza Mehemed bi xwe jî serî li ber zanistê ditewîne. Çîrok bi serpêhatîyan, lehengê sereke Mehemed diguherînê. Ew ciwanê bîst salî yê nezan, dibe zilamakî zana, ew ciwanê xeşîm dibe mêrekî baş û ew zarokê dinya nedîtî dibe Camêrekî Bitac….

Di dawîya çîrokê da, Mîrza Mehemed li cihê destpêka rêwîtîya li pey xewna xwe ketî vedigere. Li wê derê rastî kesê xewnfiroş tê û wî efû dike. Çîrok bi camerîya Mîrza Mehemedê Kurd dawî dibe.

Berhem, bi hêmayên çîrokên gelêrî û bi hêmayên xwe yên Çîrok-Hîkayên modern weke formeke tevli hev e. Lê em di vê çîroka ku ji devê bîyanîyan hatî qeyd kirin da dibînin ku, kurd jî carinan di çîrokên kevin de dibin xwedî tac.