“BÎR”A NÛDEM HEZEX

Di destpêka xwendina romana Bîrê de serê meriv gelekî tevlîhev dibe û meriv  ji xwe ra dibêje “Kuro ev çi ye, tu çi dixwinî?”  Leheng û bûyer ji hev nayên derxistin, tu dike nake serê tayê hunandinê nabîne ku tu pêde here, bêhna te diçike û tu jê dernaxe ka ev çi cure ye. Carinan dibe helbest, carinan dibe çîrok û carinan jî dibe stran. Dema ku tu pêde dîçe têdigihijê ku ev metnekî balkêş e û vî ciwanmêrê nivîskar gelekî ked û wext daye vê pirtûkê. Piştî xwendina çend beşên romanê cureya/janra romanê dîyar dibe. Meriv ji xwe re dibêje hebê nebê ev romanake postmodern e. Lê dema bûyer û lehengên derasayî di romanê de xuya dikin realîzma efsûnî jî tê bîra meriv. 

Dema meriv li ser romana Bîrê hûrgulî dibe rastî gelek tiştên hêjayî lêkolîn û nirxandinê dibe. Her çiqasî roman ji hindik rûpelan pêk hatibe jî zimanê romanê ji hêla peyv û vegotinê ve gelekî dewlemend e. Di vê nivîsê de em bi giştî li ser şêwaz û teknîkên vegotina romanê sekinîn. Tu çiqasî bixwaze jî nikare li ser hemû aliyên romana “Bîr”ê bisekine û serwext bibe. Ji ber vê yekê heta ji me hat me nivîsa xwe belawela nekir û me li ber xwe da ku kurt bibirin.

Romana Bîrê ya Nûdem Hezex, cara yekem di sala 2018an de ji alîyê Weşanxaneya Darayê ve li Stenbolê hatiye çapkirin û 118 rûpelan pêk tê. Romanê 2018an de di Fuara Pirtûkan a Amedê de “Xelata Ehmedê Xanî” wergirt.   

Wêneyê li ser bergê pêşî ya pirtûkê, di der heqê navaroka romanê de fikir dide xwînêr. Di wêneyê pergê de yên balê dikişinîn cama mijgirtî û rengê gewr e. Ji xwe di romanê de jî “cam” wekî “deng, reng û mij” hêmayeke herî serkêş e. Navê romanê bi serê xwe hêjayî gelek nirxandinan a. Nûdem Hezex peyva “Bîr”ê weha pênase dike, “Yek a ji bo avê, a mirov dikolin, yek jî hişmenda di serê mirov de, ew mirovan dikole.” (Bîr, r. 116)

Roman ji şeş beşan pêk tê, ev beş jî weha hatine binavkirin: “Lî, Cam, La, Bêdengiya Bîran, Lî&La û Zimanê Bavê Min”. Lê dema ku meriv li ser romanê baş hûrgulî dibe dibîne ku roman ji hêla naverok û zimên ve du beşên sereke di xwe de dihewîne: beşa pêşî rêwîtiya Aras, beşa duyemîn rêwîtiya binhişê vebêjer e. Di hunandina rêzebûyerê beşa pêşî de her tişt berbiçav û dîyar e. Di beşa duyemîn de dijwariya têgihiştinê destpê dike û meharetên nivîskar zêde dibin. Û ev beş wekî teknîka bançîroksaziya romanê xuya dike. Ji xwe naveroka nepen jî di vê tebeqeya romanê de ye; zimanê vê tebeqeyê jî li gorî ya din girantir e. Beşa ku hemû amajeyên vê beşê di xwe de dihewîne beşa LÎ&LA ye. Ev beş bi zimanenekî helbestî û bi hunerên edebî hatiye xemilandin. Evîn û bihevşahbûna Lî û Layê di vê beşê de dîyar dibe.  

Em bi kurtasî li ser naveroka romanê bisekinin, dibînin ku mijara sereke ya romanê rêwîtiyeke dramatîk a ber bi “bîr”ê ve ye. Serlehengê romanê Aras, piştî mirina bavê xwe Elî, di compîtera bavê xwe de dosyeyekê dîbîne, ev dosye ji nivîsên bavê wî yên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin pêk te. Ji ber ku zimanê bavê xwe nizanê nikare vê dosyeyê bixwênî û ji nû ve fêhm dike ku bavê xwe jibinî nas nake. Jixwe dema bavê wî sax bû jî- ji bilî tiştên madî- di navbera kur û bav de tu têkilî nebûn. Ev bûyer gelekî tesîrê lî Aras dike û dixwaze ji nû ve bavê xwe nas bike. Bi vê mebestê dest bi rêwîtîyeke ber bi Hezexê dike ku welatê bav û kalanê wî ye. Dema diçe Hezexê, derûdor û keseyetên ku di nîvîsên bavê wî de derbas dibin meraq dike, bi alîkariya hevalê bavê xwe Idrîs diçe gundê Xirabêşeref cem Behlûl. Behlûl dest bi ravekirina wan efsaneyan dike ku di nivîsên Elî de derbas dibin. Aras piştî vegera Mersînê xwe hînî kurdî dike ji bo ku bavê xwe baştir nas bike. Careke din vedigere Hezexê û dixwaze Behlûl bibîne. Lê dipirse napirse yekî bi navê Behlûl nabîne.

Ev roman wekî gelek romanên nûjen pirsgirêkên takekesî tîne ziman. Gengeşiyên sereke yên romanê kêmbûna danûstandinê ya malbatî, pişaftin, evîn, evina welat, biyanîbûn, xerîbî, mirin, pirsgirêka zimanê kurdî û pirsgirêkên navnifşî.  Lê romanûs ev gengeşî rastbirast nekirîye çavên xwîner de, bi hostayî di nav romanê de helandine. Ji xwe derdê wî jî neanîna zimên yan van pirsgirêkan a. Em bi dilekî rehet karin bêjin ku ev roman ne romaneke dibin tesîra çemka romantîzmê de ye.

Cihên fereh yên ku roman lê derbas dibe Hezex, Mersîn, Cizîr û gundên Hezexê Xirabêşeref û Barim in. Cihên teng jî otobus, bîr, mala mamosteyan in. Lê roman bi giştî li gund, newal û çiyayên Hezexê derbas dibe. Ji ber ku romanûsê me Nûdem Hezex li Hezexê ji dayik bûye, zarokatî û xortaniya xwe jî lê vê navçeyê bihurandiya, derûdorê Hezexê jî baş dizane. Ji xwe Nûdem Hezex, her çiqasî li xeribîyê bijî jî evîndarê Hezexê ye.  Ji ber vê yekê çîrçîrok, çîrokên gelêrî û efsaneyên Hezexê jî di romanê şixulandine. Wekî, “Kurikê Bigulî û Keçika Bikezî, Mah û Zend, Xijînoka Mêr ya Girê Elim” û hwd.

Teknîkên vegotinê yên “Bîr”ê

Xwendina romanake ku bi hişmendîya/çemka postmodernîzmê hatibe nivîsandin karekî gelekî zor e. Hewildanên ji bo çareserkirina têkilheviya romanê xwînêr diwestîne. Gelek caran xwînêr xwe nade ber vî barê giran û dev ji xwendinê berdide. Ji ber ku di vegotina romana postmodern de gelek teknîkên dijwar yên vegotinê hene, wekî: herikandinahiş, bançîroksaz, pastîş, parodî, axaftina hundirîn, navmetnî de û hwd.

Romanûsê me Nûdem Hezex di romana xwe ya Bîrê de van teknîkên vegotina romana postmodern gelekî baş bikar tîne. Ji van teknîkan yên herî gelek hatine şixulandin herikandinahiş, navmetnî û monolog a. Her çiqasî danasîna van teknîkan ne karê me jî be, ji bo têgiştina romanê em dixwazin çend teknîkên ku di romanê de hatine bikaranîn bi kurtasî bidin nasîn û ji romana Bîrê çend nimûneyan bidin.

Di van teknîkên vegotinên de ya herî dijwar û ya ji bo têgihiştina xwînêr zor tê herikandinahiş e. Di vê teknîkê de çi tiştên an dîmenên ku di hişê leheng yan vebêjer re derbas dibin di metnê de tên nivîsandin. Ev tiştên ku di hiş re derbas dibin ne mecbûr in ku bi rêk û pêk bin, carna di çirkekê de deh tişt di hişê merîv re derbas dibin. Romanûs van tiştan an dîmenan bê ser û ber di romana xwe de dinivîse.  Ji ber ku xwînêr ne di hişê nivîskar de ye serê wî diawiqê, dixwazê wateyekê ji metn derxe û fêhm bike. Lê gelek caran tiştekî fêhm nake.  Romanûs jî ne mecbûr e ji bo xwînêr tê bi derzîyê ve bike.

Bo nimûne meriv di van hevokên jêr de dibîne ku nivîskarê me di nav pelên hiş de diçe û tê, ji teswîra xwazayê bi derbekê diçe teswîra jinekê.

“Li giraveka nepen qaqlîbazeke bi baskekî bû, libek trîyê mezrona yê li ber tav havînê qemitî, hejîreke ji bin ve şeqitî, milek şewqa tava lerizî ji hemû aliyan. Pelopelo dibû rû, gava dikenî, xemzeyên li du aliyên lêvan bi jor de xwe dikirpandin, ji navbera mijankan, ji navbera her du qulingên pelîkên çavan, rewqa ronîyeke bişerm diberiqî.”(r. 15)

Teknîka din ya ku herî hatiye şixulandin monolog(axaftina hundirîn) e. Di hemû metnê pexşanî de vebêjer ev teknîk bikar aniye. Di van monologan de binhişê vebêjer jî şênber dibe;

“Here Lî, bila singa te qûma xwe biweşîne singa wê, li ber pîyên xwe raxe bax û baxçeyên heyatê. Jê re bahsa rengê behîvên tir û behsa berfa narencî bike. Bila sûlavek biherike ji devê wê, heya qêrîn bigihin erşê bimeşe,here û were, here û were,here û venegere.” (r. 69)

Di romanê amajeyên çemka realîzma efsûnî jî xuya dikin. Ji ber ku romanûs di hunandina romanê de mijarên çîrokên gelêrî û mîtologya jî şixulandiye. Bo nimûne, “Şahmaran, Kurikê Bigulî û Keçika Bikezî, Mah û Zend, Xijînoka Mêr ya Girê Elim” û hwd. Di romanê de wekî La, Marê ji asmana ketî, Behlûlê xeyalî lehengên derasayî jî hene. Ev jî amajeyên  çemka realîzma efsûnî ne. Em kar in bo nimûne çend hevokên çîroka gelêrî ya bi navê Xijînoka Mêr ya Girê Elim bidin:

“Kerîyek şevşevokên biqasî gayekî tirtire bi werîsekî qalînd girtibûn û ji ezmên ber bi jêr de hatin,daketine vir. Bîrek kolan, heya heft qetê binê erdê bi xwar de çûn…” (r. 59)

Di romanê de navê xwedavendên mîtologya Mezopotamya jî derbas dibin:

“…-Keça xwedavendê hewayê , keça Enlîl”

-Enlîl?

-Kurê xwedavendê ezmên û xwedavendê axê. Kurê Anî û Kîyê.

-Enkî?….”(r. 82)

Lê roman ji hêla zimên vê nakeve çemka realîzma efsûnî de. Ji ber di romanên realîzma efsûnî de şêwaz ji hevokên kurt û zîrek pêk tên, hunandina bûyeran zû tên vegotin.  Nûdem zimanê helbestî, şayeskirina bûyeran û hunerên edebî gelekî şixulandine. Ji ber van amajeyan em nikarin bêjin ku romana Bîr, bi seranser romaneke ji romanên realîzma efsûnî ye.

Di vegotina romanê her çiqasî di rûpelan de dengê pirvegêrê were jî roman bi giştî ji hêla vegêrê kesê seyem ve hatiye vegotin.

Zimanê “Bîr”ê

Di derheqê zimanê Bîrê de gelek nîqaş hatin kirin û ev nîqaş hê jî dewam dikin. Ev nîqaşên ku têne kirin bi giştî li ser hemû berhemên kurdî yên edebî tên kirin. Zimanê standart yan yê herêmî? Lê li ser romana Bîrê ev nîqaş gelekî bi dengekî bilind hatin kirin. Mixabin di vê gengeşîyê de gelek caran berhemên giranbiha jî tên jibîrkirin. Romana Bîr jî yek ji va ye. Lê di dawîya dawîyê de herkes heq dide ku şêwaza Nûdem Hezex, şêwazeke serketî ye û kurdîya wî jî kurdîyeke xwemalî û rewan e. Lê tişta balê dikişîne ew e ku Nûdem wekî romana xwe ya Belalukê dîsa guhê xwe nedaye tu kesî û hespê xwe yî rehwan bezandiye li ser peyv û gotinên kurdîya xwe ya xwemalî. Ji xwe taybetmendîyeke hunermend ma ne ev e? Ma gelo ne welê ba wê Xelata Ehmedê Xanî bistanda?

Meriv bi rehetî kare bêje ku li ser vegotina Nûdem tesîra helbestê û muzîkê gelekî heye. Ji xwe bi giştî di hemû berhemên edebîyata kurdî de tesîra dengbêjiyê heye. Wî bi xwe jî di derheqê şêwaza xwe de weha gotîye, “Zahf tevlîhev vegotibû, teşeya helbestê bû lê ne helbest bû, ne jî çîrok bû.”(Bîr, r. 28) Di romanê de bi dehan teswîr û vegotinên helbestî hene. Beşa Lî&La bi serê xwe helbesteke dirêj e. Tu van helbestan ji  romanê derxê bi serê xwe hêjayî weşandinê ne.

peleke bi ser rûpelekê de nixwimî

Nola werîsên keştîyan

Keserên şox badida

Şewqa krîstalekê dihat jê

Delalîya wê nedihate pîvan

Nedîhate gotin

Bi hezar qonax û bi hezar klaman” (Bîr, r.15-16)

Lê ev vegotinên helbestî ji hunandina romanê ne cuda ne. Teşeya ku vegotina pexşanî û helbestî têkil hev be, ev teşe teşeya çîrokên gelêrî ye. Tesîra şer û çîrokên gelêrî di romanê gelekî xuya dike. Lê vegotina naverokê vegotineke nûjen e.

Meriv romanê bideng bixwinî vegotineke ritmîk tê guhên meriv. Çawa di romanê de “deng” hêmayeke sereke be jî di vegotina pêxşanî de gelekî xuya dike. Carna wekî “…Berê sibehê û berê evarê ketine berê hev …” (r. 8), carna jî “Brûsîneke zil a pelikên çavan zilzilî di navbera erd û ezmên de neçû û nehat, neçû û nehat, çû û nehat.” (r. 19) Wekilandina peyv û dengan vegotinê bi aheng dike.

Di romana Bîrê de meriv kare gelek motîfên rengîn bibîne. Ev motîf di denbêjî û çîrçîrokên kurdî gelekî hene. Nivîskar vanan welê bi hostayî dişixulene ku meriv bi wan jî nahise. Ev qalib û motîf, vegotina nivîskar herikbar û rewan dikin. Wek  “sê dengan..(r. 18), çil û çar roj…(r.73)  ne bi dilekî bi hezar dilan…(r. 85) ,heft qetê binê erde… (r.59), hezar û yek derî…(r. 86)”

Romanûs di romana xwe de gelek peyvên kurdî yên ku dibin toza heyêm de hatine jibîrkirin derdixe ber tavê û wan di hevokên xwe de bi hostayî zîndî dike. Meriv kare bo nimûne van lêkerên ku di romanê de hatine şixulandin bide: ”hedinandin, evçiqandin, qewitî, hilçenî, mitandin, nimandin, xirandin, nipandin, pêlandin û hwd.”  

Hevokên romanê yên pexşanî werin bin hev amajeyên helbestê derdikevin holê. Ji ber ku di van hevokan de ahenk û hêma hene. Ji bo nimûne, “Kil kişandin awirên xwe, bi meqama hîcazê, te digo qey kevaneyek li ser têlen kemanê dimire. Weke fetxikeke şalûlekê ya qaqilê hêka xwe bi dengekî şkandî, denê xwe yê mê berdida bêserubinîya hîmêza hewayê. Gubikên xizêmokan berba dibûn ji hişê wê, dipirpirîn, diçûn û nedihatin.” (Bîr, r.16) 

Di nivîsarên Nûdem Hezex de taybetmendî û xweseriya wî ya herî balkêş ev e ku tu caran gihaneka “ku” yê naşixulêne. Angaşta wî jî ew e ku di kurdî “ku” nîne, yên “ku”yê bi kar tînin neserwextên zimanê kurdî ne. Di romana Bîrê de jî “ku” ji binî nehatiye şixulandin.

Nûdem Hezex di hêla rastnivîsê jî guhê xwe nade tu ferhengan û tu kesî, di gelek peyvan de dengdêra “i” yê naxe nav dengdarên pêşî de. Wekî peyvên; ”trî, frîn, grêdayî, şkestî, grî, spîtî, bra û hwd.”

Di encamê de meriv dikare bêje romana Bîr ji hemû aliyên xwe ve hêjayî lêhûrbûniyê ye. Dema meriv li ser romanê hûrgulî dibe, dibîne ku ya herî pêş dikeve û balkêş şêwaza wê ye. Zimanê Bîrê zimanekî cihê û xwaser e. Meriv di vegotina nivîskar de gelek kok, qalib û peyvên kurdî yên jibîrbûyî dibîne, bi vî alîyên xwe gelek xizmeta zimanê kurdî dike. Her çiqasî wekî gelek xwînêr û rexnegiran gotî tesîra devokê gelekî hebe jî, Nûdem Hezex ev wekî tercîheke vegotinê hilbijartiye. ji xwe di edebîyatê de ev tiştekî rewa ye û mafê nivîskar e jî.  

Nivîsar: Idrîs KARTAL