Bêyî ku ez siya darekê bixwazim
Bêyî ku herkes min eşqiya bihesibîni
Ji bo ku zarok ji çiya re mezin nebin
Da ku êdî baran bibe çavên bajaran
Tu yê bihêlî îşev ez bikevim nava xewa te matmazel
weke ku mirov darekî bidê teyrikan û bi paldana dîwarekî re çixarekî bipêçe
bê sixêf û bêyî ku weke hevalên xwe bikevim nûçeyan
weke ku roj bi germahiya xwe ji cihanê qut bike û biçe
tu yê bihêli îşev ez weke şelqekî bişikihim di rûyê te de matmazel
surgûn bûm û di berîka min de fîz hebûn
min di berîka xwe de dengên avên birîndar anîbûn
bêyi ku ez seata xwe li gorî rêwîtîyan eyar bikim û xatiran bixwazim
ji bo ku ez nebime surgûnê te jî
matmazel, xerîbîya dawî ger mirin be jî
tu yê bihêlî ez herim wî alîyê cihanê
bêyî ku pelek jî bilepite
li wir, hema li wir weke kaxezekî bikin destên mirov de
weke şoreşgerekî, ji pênc deqîqe zêdetir nesekine
lê da ku tu ne cemide piştî havînê û berî zivistanê matmazel
wexta ku herkes bihevre şadibe û tu tunebî, tu yê bihêlî ez weke mûmekî bihelim
hezkirina ji te çalakiyeke intixarîye
weke ku mirov ji telavîvê bêriya bêrûdê bike
odeyeke tijî ji gulên hişkirî û bayê li pey xwe bihêle
ji bo ku di çavên te de nebime koçber û li welatê xwe vegerim
tu yê bîhêlî îşev ez li sabra şatîlla bimirim matmazel…..
biqasî dilopeke baranê ya ku ji camê diwerive
lê newekî kevirekî giran bikevim jîyana te
xemgînîya zarokên rûyê xwe paldayî camê çawa be
ger wilo bi bayê xwe yê nepenî derbas bibim jî ji jîyana te
bêyî dîya xwe û weke ku bi pêlavên bavê xwe derkevim kolanê
bêyî ku baran li kenê te bibare tu yê bihêlî îşev ez bimirim matmazel
Helbest: Fadıl Öztürk
Werger: Veysel Vesek