EM JI COLEMÊRGÊ TÊN





Gulten AKIN
Mifta sînga te ye oy yeman o yeman

Min bi dinanê xwe vekir

Ez Hesiko, ew Meyro

Ez hivdeh salî, ew di pazdehê da

Li Zoma Biharê wê aqilê min xirand

Dema havînê qeşa helîya

Dema ji çîya ew meşîya

Dema şîn bû 

Coşîya Ava Zapê

min destmal da, wê destmal da.

"Ew kindikê ha kindikê me ye

lê lê lê lê Meyro

Li ser wêdê kewek dimeşe

Ez ji bona Meyro şewitîm

Meyroka mina Ertoşî

li ser serî şara reşî

Rihê min, gula min Meyro"



Ez lawê beg, bûme şivan

Li pey bizinên reş,

ji bona xatirê çavê wê.

Di şevînan de bêxew,

li dora konê wan gerîyam

Li ser gelak kanîyan û avan re derbas bûm.

Min ji avên cemidî venexwar, şewitîm

Û ez hatim ber pêpelûka wê,

Ez xapandim.



Fîstanê qedîfe li xwe dike

Li Cîlo bisekine, sorê wî ji Satê xûya dike

Rûyê wê Gola Gelyano ye, bê his û deng û ronî

Çavên wê sosin in.

Ez ketim reqsa Gulşenî yê ji bo wê

Di stranan de min evîna xwe got


Ji qereqola Zapê heta Avaspî

Ez zanim xwe bigihînim lûtkeyan

Kûvî hevalanên min

Wexta xwe di tewînin avê, ji sîya min natirsin.


War ên me çiqas xweş in, warên me yên xweş

Jin û mêrên me egîd in

Divê ceger û dil hebe li van çîyayên asê

ji bo ku mirov karibe bi zivistanên har re şer bike

Ji bo ku mirov karibe bi hevalên tere dîn ra şa bibe

Eşîrên me li hemberî hev carinan dost in, gelek caran dijmin,

Dostkî, Oremar, Pînyanîş

Jîrkî, Gewdan, Mamxuran

Lê Meyroka min Ertoşî

Bi çek û rext e, kêrî xwe tê ew

hildilberînê û li gor heq belav dike.

Sê tiştan dizane: Evîn, şer û hevaltî.

Şer û hevaltî, Ganî Berganî



Wexta keskê rengê guheran zer e

Zoman Payîzê xwe berda gelîyên kûr

Bavê min çû ber derîyê bavê wê

xelat dan, hurmet dît

-Keça min rihek e, min qurbanî rêya te kir

-Meyro riheke, me ew tevlî rihê kir

Hîn nehatî gotin 

hîn dawolê lê nexistî

Avêtin ser konên me

Dijminên me yên hespê wan enî kever

Û kuştin bavê Meyro

Û kuştin bira û mamên Meyro

Weke Mem ji bo Zînê şewitî

Ez jî wilo şewitîm Meyro



Rabû min ew revand

ji Wanê, di ser Mûş û Dîyarbekir ra
Min şal û şapikê xwe jixwe kirîye
Meyro fîstanên xwe yên dirêj
Û niha bû Seyran.
 Helbest: Gulten AKIN( Ji destana SEYRAN)
Werger: Veysel VESEK