KUŞTINA PÊŞÎ/ Aslı ERDOĞAN

Aslı ERDOĞAN

Zemanê berê, zemanekî gelekî berê, di zemanekî zêrin de ku tu caran venagere, hê bêdawîtîyê xwe li pê çavên zemên nedabû; hê ronî hebû. Gotîn hebû. Dilê ku gotin jê dihat. Xwelî û sûret. Lê yekê jî terê nekir ku dinyaya merivan zîl bide. Xwedavend hînî kuştinê bûn. Kuştina pêşî çêbû, bira bira kuşt. Xwîn têkil avê bû, ronî têkil qîrînê… Yê ku hê ji dayik nebûyî, veqetîya ji yê mîrî heta dawîyê, gotin ji dil qutbû, sûret rû ji bîr kir. Xwîn mîna perdeyeke kişandî di navbera jiyan û mirinê de… Ji ber vê yekê wê her dem kêm be jiyana me ya neqedîyayî, wê her roj xwedayek, xwedayekî serjêke di hundirê me de. Û em ê her roj xwe ji nûve biafirînin di zewaca xwîn û xeyalan de.

Werger: IDRÎS KARTAL