JANA JINÊ :JANA GEL

Hin Agahî

Nivîskarê romana “JANA GEL” Îbrahîm EHMED e. Ev çapa niha li ber destê me, di sala 2007an ji weşanên LÎSê der çûye. Li ser pirtûkê “çapa yekem” dinivîse. Lê wexta mirov rûpel diqulîbîne, Pêşgotineke binavê “ PÊŞGOTINA ÇAPA SISÊYAN” dikeve ber çavên me. Ji vê pêşgotinê xuya dike, nivîskarê ku roman ji Soranî ji bo Kurmancî veguhastî ELÎŞÊR( Zîya AVCI) e û ev çapa sêyemîn ya vê romanê ye. Piştî vê çapê Weşanên LÎSê careke din ev roman bi rêk û pêk çapkiriye.

Ji pêşgotina nivîskarê, pirtûk ji soranî bo kurmancî veguhastî em ji gelek tiştan agahdar dibin. Pirtûk cara ewil çawa li kurmnacî hatîye guhastin; çawa li gel hemû kêmasîyan cara ewil li Swêdê ji Weşaxaneya APECê derketîye û çawa ji waşanên KOMALê di sala 1992an li Stenbolê hatîye çap kirin tê vegotin.

Piştî Pêşgotina Elîşêr, pêşgotina weşanger Kemal FÛAD a di sala 1971an nivîsî tê. Kemal FÛAD derheqê nivîskar û sîyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed de hin agahîyan dide û çîroka bidestketina Romanê jî vedibeje. Li gorî Kemal Fûad dibeje ev roman, ne yekemîn berhama nivîskar e. Îbrahîm EHMED, xwedî berhemên weke, “Li Wolatê Qaremanan” (1942), “Xazê” ( 1943), “Kwêrewerî”(1944), “Kerelotîye Menûçer”(1945) jî ye. Ev Berhem nesrin û kurteçîrok in. Her wiha piştî van berheman jî gelek berhemên Îbrahîm hatine çapkirin.  JANA GEL weke Romaneke modern ku di sala 1956an de hatîye nivîsandin û ji ber hin sedeman 1972an de hatîye çapkirin.

Romana Jana Gel di sala 1980an de li Swêdê bi senaryoya Xosro Sîno bûye fîlm. Derhenêrê   Fîlma Jana Gel Jamil Rustemî  ye.  Fîlm ji bo xelata Academi Awards ya sala 80 yan wek baştirin filima zimanê bîyanî  namzed lê namzediya wê nehate pejirandin.(Ji malpera radyoya https://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid)

Nivîskar Îbrahîm EHMED ji xeynî nivîskarîya xwe, sîyatmedarekî navdar e. Demeke dirêj di Partîya Demoqrata Kurdistan de rêveberî kirîye. Berî sîyasetmedarîyê jî di dema rejîma qralîyeta Iraqê de dadgerî kirîye lê piştre dev ji vî karî berdaye û tevlî Partîya Demoqarata Kurdistan bûye.

Naverok û bingeha Roman

Nivîskar Îbrahîm EHMED, dika romanê bi êşa jina lehengê romanê Kalê dest pê dike.  Jina Camêr Kalê, ducanîye û li ber halê welidandinê ye. Camêr di wî halê jina xwe Kalê de xwe bê çare dibîne. Ji ber ku dapîrok-pîrik nîne û qasida çûyî pey pîrikê jî venegerîya ye. Ji ber jana jina  xwe Kalê, Camêr hew xwe radigire û diçe pey pîrikekê. Lê di rê da rastî xwepêşandeke sîyasî tê û ew jî weke gelek kesên din di nava qelabalixê de birîndar dibe û dikeve destê rayedarên rejîmê. Roman, serpêhatîya Camêrê ku ji bo jina xwe dixwest pîrikekî bîne û jana jina xwe ji holê rakê ye.

Di romanê da, dewleta ku zordarîyê li ser gele kurd dike nedîyar e. Navên bajaran tenê bi tîpeke mezin hatîye nîşan kirin. Roman di kîjan salê an jî demê de derbas dibe nedîyar e. Nivîskar, her çiqas navê bajaran nenivîse jî, xwîner fam dike ku cihê serpêhatîyê başûrê welêt û bi her awayî rewş û nakokîyên di nava gelê kurd ên Başûr de radixe ber çavan. Jixwe di dawîya Pirtûkê de nameyeke Îbrahîm Ehmed hatîye çapkirin û di vir de sedemên ne dîyarkirina cih û navan weke zordarîya rejîma Nûrî Seîd destnîşan dike.

Camêr lehengekî xwende û mamostîyê dike. Weke kurekî tene li cem dîya xwe ye. Di gelek beşan da, ji fikrên wî yên li ser helbesta demî û hizrên wî yên li ser politikaya em fam dikin û rewşenbîre. Lê Camêr di destpêka romanê de ne kesekî aktîvîst e û ji alîyê polîtîk ve kesekê ji rêzê ye. Roman bi vî awayî guhartina Leheng jî weke pêvajoyekê vedibêje.

Berhem, romaneke demî ye. Ji ber ku meseleyên aktûelê dem û civaka deme gelek caran beyî alîyan bigire vedibeje. Rewşa civakê ya aborî û sîyasî, her wiha rewşa gund û bajaran jî vekirî vedibêje.

Roman realiste û ji ber vê yeke carina dibe weke dokûmanterekê. Lê xwendekar dîsanê ji xwendina romanê aciz nabe. Orf edetên bajêr, cîrantî, hevaltî û xwedîtî bi zimanekî sade tê vegotin. Nivîskar wexta agahîyên li ser bajarê çe û gele bajêr dide tu alîyan nagire, rexneyên xwe partîya L.A.Nê jî dike. L.A.N weke hêzeke şoreşger a azadîxwaz hatîye binav kirin. Lê di beşa 16an de, wexta leheng, dikeve destê peşmergeyên L.A.Nê de, ji ber liv û tevgerên li hember wî, wan rexne dike.

Di romanê de gelek karekter hene. Ji van karekterên yên jin, jina Camêr Kalê û dîya wî Ecê yên herî ber biçav in. Karakterên mêr, pîsmamê Camêr Lawe, hevalên wî Şaho û nerîman yên herî çalak in. Lê di romanê yên girêkê çê dike û Camer pey wê girêkê dixe pismamê wî Lawe ye. Lawa bêhemdî xwe jî be berê lehengê romanê Camêr dide nav refên peşmergeyan.

Piştî zîndanîkirina Leheng derûnîya wî bi her awayî sero bino dibe. Salên zîndanê, zilm û zordarîyên ku hatî serê leheng berfireh hatiye nivîsîn. Her wiha nivîskar, derûnîya kesekê ji doza sîyasî hatî zîndanî kirin û piştre li welatê xwe vegerîyayî gelekî xweş vedibêje. Girêka ku romanê çêkirî ya li benda verîşandinê, ev e : lehengê çawa bigihe jina xwe Kalê û kurê xwe Hêwa. Dawîya romanê jî ji xwe piştî gelek munaqeşayan bi vê mijarê sererast dibe. Pirsgirêka gihiştina Kalê û Hêwa ji bo leheng di ser hemû tiştî re ye. Lê wexta Leheng ji bo zarokên xwe bibînê di rê de dikeve deste Peşmergeyan û li wê dere hevalekê xwe yên kevin ra dikeve nîqaşan aqlê wî tevli hev dibe. Di vê nîqaşê de, nivîskar berê me didê Jana ku jin di ber anîna zarokekî re dikêşin û jana gel a ji bo azadî û serbestîya xwe dikêşe. Nivîskar li vir jî di nava nîqaşê de tu alîyan negire. dixwaze weke sentezekî ji bo xwendekar ava dike. Jana ku jin dikêşe ji bo zindîbûna zarokêkî û bedela ewqas kefarat û ezîyetê çêbûna wî zarokî ye. Bedela Jana ku gel dikişîne jî, divê azadî be.

Nivîskar di dawîya romanê de bi her awayî peyameke polîtîk dide. Leheng di jîyaneke ji rêzê de, piştî gelek serpêhatî û nakokîyên derûnî tê guhartin. Nivîskar vê guhertina leheng bi  awayekî rasteqîn dike. Nivîskar, berê lehengê romanê, li gel hemû nakokîyên jîyayî jî dide nav hêzên azadîxwaz. Ango nivîskar dawîlêanîna jana jinê, bi xelasîya gel ve girê dide.  

Girêka xerbikî çawa tê vekirin û nivîskar bi çi awayî dilê xwendekar rehet dike; ew jî hêjayî vegotinê ye. Nivîskar Îbrahîm Ehmed fînaleke serkeftî ji xwîner ra pêşkêş dike.