Rondikhez*

Rondikhez her roj ji xwe re li maleke şînê digere. Xwedê ji niştecîyên vî bajarî razî be, li her tara vî bajarî Maleke Şînê heye. Na na, carinan li her taxê du sê Malên Şînê hene. Welhasil li vî bajarî qedrê mirîyan gelekî heye. Hemû Malên şînê weke malên Rondikhez in, Jixwe weke ku ew dibejê “ maleke bê vexwestin miho herîyê jixwe ya miho tê hesibandin.” Ji ber vê, li vî bajarî gelek malên vî zilamê Rondikhez hene. Ew mêrekî baş e û tu kes bêyî wî nikare li vî bajarî mirîyekî veşêre. Mirî carinan ji Stenbolê tê, hîn pismam û dotmamê meyît nehatî ser zîyaretê rondikhêz li wi re. Rondikhez li ser tirba mirî, li kêleka Melê dirûne, hete mela terqênê xilas neke ew ji cem melê ranabe. Kengî dît ku melê got “el fatîha” ew bi diaya xwe re, rondikên xwe amade dike. Ji bo karibe rondikan ber hev bike, li ser kesê mirî, lêkolîneke biçûk jî dike. Piştî lêkolînê êdî rondikhez dikare rondikên xwe amade bike. . Lê li ber jinên xwedîyê mirî, rondikên xwe naherîkîne.

Vaye hemû kes çû Mala Şînê û rondikhez li pişt melayê mala şînê dikeve hundir. Koma bi xweyîyê meyît re hatî jî dikeve hundir û mele dibeje “azamellah û ecrekûm….el fatîha” her kes diaya xwe dixwîne û destê xwe dibin ser rûyê xwe. Hîn melayê mala şînê dest bi wezan nekirî, rondikhez, hestirê xwe gêr dike. Li vî welatî girî ji bo mêra eyb jî be, rondikhez ji karê fêhêt nake. Bi dengekî zîz û xweş digirî. Dibejin girîyê mêra kirhe, na camêr rondikhez weke hunermendekê operayê bi dengekî tenor digirî. Cemata mala şînê fêhêt neke, dê jê re çepikan bide.. Lê ev der cihê şînê ye. Rondikhez li şûna hemû kesî digirî. Tu kes girîyê rondikhez nasekinîne û tu kes bi ber dilê wî ve jî naçe. Mêren li mala şînê yên xerîb dibejin, ev zilamê bi vî awayî digirî, an kurê mirî ye an jî birayê wî ye. Kur û birayên meyît jî dibejin ev hejêkirîyekî mirî ye.

Rûyê Rondikhez ji rondikan şil dibe, ew rondikên xwe paqij nake. Ew rondik ma ne ji bo herikandinê kom kiribûn. Ew qas keda ji bo van rondikan dayî ma bila bi hewate here. Na camêr, rondikhez keda xwe virt û vala navêje. Piştî ku cemaat hemû li rondikhez dimeyzîne û dilê xwe pê dişewîtine, rondikhez digihe armanca xwe. Êdî hemû cemaat wî nas dike. Rondikhez bi çavên şil û pil dibeje “seyda, de ka bedelîya me bike.” Piştî xwendina diayê Rondikhez xatiran ji xweyîyên meyît dixwaze û derdikeve derve. Hinekî dimeşe, pê desmala xwe rûyê xwe paqij dike û ji bo rondikên xwe yên mayî, li maleke din a şînê digere.

Rondikhez ji karê xwe hez dike. Li vî bajarî kengî dengê azana mirinê were ew jî rondikên xwe hazir dike. Li vî bajarî çiqas qedrê mirîyan heye ewqas jî qedrê rondikhez heye. Wela îro ne îne jî, û vaye maleke din a şînê( kuro ev kengî vebû) xuya dike. Li ber dêrî mirov jî hene. Rondikhez ji dûr ve amadekarîya girî dike.

Ji kesê elaqadar re not: Ev çîrok îlhama xwe ji berhema “Pêncî Karakter” a Elîas Canettî digire.