99 MORÎKÊN BELAVBÛYÎ: MORÎK KENGÎ BELAV DIBIN?

Hin Agahî

Berhemdarîya nivivîskar Helîm Yûsiv bi romana xwe ya çaremîn “99 Morîkên Belavbûyî“ berdewam kirîye. 99 Morîkên Belevbûyî, ji Weşanxaneya Peywendê, di 2015an da derketîye. Hêjayê gotinêye ku Weşanxaneya Peywend, ji bergê vê berhemê bigre heya redaksîyon û edîtorîyê karekî serkevtî kirîye. Berga pirtûkê, li ser zemîneke spî, ji morîkên sor ên tayê wan qetîyayî pêk hatîye. Weşangerîya kurdî zû bi zû nabe mijara nivîsaran. Lê di destpêkê de ji ber xebata wan ya serketî, ji edîtorê romanê Remazan ALAN, Redaktor Dawud OZALP û bergsaz Aysel Kazici OZALP re dibêjim, malî ava. Ji ber ku bi xêra wan min bi dilekî rehet ev roman xwend û ez ji ber tiştên teknîkî li xwedinê ne aliqîm.

Weke me li banî gotî ev Romana nîvîskar Helîm Yûsiv ya çaran e. Nivîskar piştî çapkirina gelek çîrokan, cara ewil di 1999an de bi romana SOBARTO derketibû pêşberî xwendevanan. Helîm Yûsiv her wiha di 2006an bi romana “Tirsa Bê Diran”, di sala 2008an de bi “Gava ku masî Tî Dibin” xwe li nivîsandina romanê germ kiri bû.

Mijar û Naveroka Romanê

Nivîskar, Romana xwe ji 61 beşan ava kiriye û navê her beşê bi morîkan destnîşan kiriye. Morîka Ewilî weke destpêka berhemeke zanyarîyê di dirûvê pêşgotinê de hatîye nivîsîn. “Morîka derveyî tizbîyê” bi kuştina camêrêkî navsere li kolana bajarekî Elmanyayê dest pê dike. Ev berhem çîroka zilamê li erdê di nav xwînê de mayî û li derdora wî belavbûna morîkên(li herêm na meherk) tizbîyê wî ye. Piştî çûyîna vî zilamê navsere, bi destxistina deftereke rojnivîskên wî em û nivîskar ji serpêhatîya lehengê romanê Azad agahdar dibin.

Lehengê romanê Azado li welêt( navê welêt ne dîyar e) li bajarê Amûdê dijî û weke zarokekê sêwî tê dinyayê. Li ber destê jinbavê mezin dibe û bi her awayî hewceyî dayîkekî ye. Lê di nav wê xirecira malbatî de rolekî wî ciddî heye, ew jî dema ku têkilîya bavê wî bi kesên Ereb yan jî bi rayedarên Hikûmatê re çêdibin wergêrîye dike. Di ser û bine romanê de sîya diya Azadê sêwî li ser serê wî dixuyê û ew wê weke “balindeyî reş” bi nav dike. Ji “Morîka gîyanê dayîkê” pê de ev balinde dikeve jiyana Azad de. Ev balinde gelek caran ji Azado re sebr e, carinan jî tirs e. Bi vî awayî di romanê “ balindeyê reş” lehengekeke sereke ye, lê xeyalî ye. Ev balindeyê reş di bin zextê jinbavê de care ewil derdikevê ber çavê Azad. Piştî vê cara ewil êdî ev balindeya reş, di rojên kû marên keskên deqdeqî tên Azado, di rojên zindanê de, di rojên evînê de, di rojên ku Azado bûye bav de xuya dike. Ev balindeyê reş, ku bûye giyanê diya Azado xwe li ser paçikê spîyê resiman jî xwe di de der. Balindeyê reşê ku bûye gîyanê diya wî, kûrahîya derûnîya Azado bi xwe ye .  

Lehengê sêyemîn weke giyanê diya Azad gelek caran ji Azado dûr jî be bavê wî ye. Di Morîka 28an a bi navê “ Morîka mirina bavekî bû” hebûna bavê wî çawa lê tesir lê  kiriye vedibêje. Azado xwe dike şûna bavê xwe û ji dûrbûna welat wî dike nava girîyekî dûvdirêj.

Lehengê sereke Azad, mêrekê gelekî dilzîz e û beravajî mêrên kurd gelek caran xwe bi girî dikuje. Azado bi vî hawî di çar Morîkan ango beşan de digirî. Nivîskar mêrên kurd ê ku giriyê wî tu caran ne li ber çavane bi wî hayî weke mirovekî karê bigirî jî dide xuya kirin.

Lehengekî bi tevgera xwe di ciwanîya Azado de cih digire hevalê wî yê zarokatî Yasîno ye. Yasîno di beşên ewilî de, ya rastî ne weke lehengekî ye, weke marekî keskê deq deqî ye û bêhtir “tîp”ekê ji bajarê Amûde ye. Lê pişt re di beşeke dî de, weke qaretkterekî ne baş jîyana Azado sero bino dike.

Ew keça bi navê Bêrîvan, mifta derîyê romanê bi deste xwe vekirîye û di dawîya romanê dîsa ew bi vê miftê, derîyê romanê qufle dike. Bêrîvan evîna Azado ye ku li hemberî îxanetê wê jî tu carî ji jîyana wî dernakeve. Nivîskar bi kurahî li ser qarakterê Bêrîvanê nesekinîye. Lê di “Morîka tizbîyê” de weke ku Azado dibêje “ Di Bêrîvanê de gelek tiştên ku mirov nikare têbigêje hebûn…” Bêrîvanê di vê beşê de, tizbîyekî weke dîyarî dide dildarê xwe Azad. Li gorî gotinên Bêrîvanê ew tizbîyê reşê morîkhûr ji kalikê wê ye şêxêkî neqşebendîyan bû maye û niha dide evîndarê xwe Azad. Lehengê romanê jî vê tizbî li zenda deste xwe yê çepê badide û dibêje, kengî ez bimirim ev tizbîyê hingî ji deste min derkeve. Azad, ji ber ku dil li alîyê çepê ye li zenda destê xwe yê çepê badide û vê yeke jî Bêrîvanê re jî dibêje.

Di romanê de gelek sembolên ku nivîskar wan bi zimanekî dî şîrove dike hene. Marên deqdekî yên kesk ku ji hewşa mala bavê Bêrîvanê Rizoyê Etar peyda dibin; sîxur û alîkarên Rejîma Baasê tînin bîra mirov. Ku ev marên keskê deq deqî hinekan vedidin û bi hinek kesan venadin. Marên kesk, ûnîformayên leşker û berpirsiyarên rejîma Baasê tînin bîra mirov. Dîsa şîroveya navên weke “bakur” ji xwendevan re hiştî ye. Nivîskar “bakur” weke têgiştineke mirovî dide xuyakirin.

Kesê-tîpê ku Azad li elmanyayê lêrasthatî yê ewil Muxtar e. Ev zilamê deh sale li kampa penaberan li hêvîya mafê penaberîyê- mafê rûniştinê dimîne, sembola ewila kurdên li penaberîyê dijîn e. Muxtar ji zarok û jina xwe dûr ketîye û tevlî şer û pevçûnên hin kesên nijadperest bûye. Muxtar, Azad tînê bîra wî. Di morîka 43an de Muxtar carekî dî dikevê nava romanê, lê vê carê weke kesekî dêrûnîya wî xerabûyî li Azado vedigere.

Roman, heta Azad mekteba ziman xelas dike, bi hostetîyeke xweş hatîye hûnandin û herikbar e. Piştî Azad jina Elman bi Sandra ra dizewice û dest bi karê wergerê dike û keça wî tê dinyayê, jiyana wî dikeve nava rûtînekê de. Azad weke wergêr diçe nexweşxaneyan û li vir wergêriya gelek mirovên Ereb û kurd dike. Gelek beş an jî morîk ji serpêhatî û çîrokên ji derûnnas re hatîye gotin ava bûne. Dirêjbûna çîroka van nexweşên derûnîyê û morîkên li ser wan carina xewa mirov tînin. Lê dîsanê ev çîrokên penaperên derûnîya wan ji ber şertên penaberîyê xirabûyî ji leheng ne dûrin. Pişt re mirov dibînê ku her yek ji van çîrokên kesên penaber, alîyekî lehengê me Azad rave dikin.

Nivîskar her çiqas mijarên polîtîk dîrekt venebêje jî, meselêyên penaberîyê û sedemên penaberîyê ji devê kesên penaber vedibêje. Her wiha şerê li Surî, çîrokên penaberên piştî şerê Surîyê xwe li sînor û qiraxan dane, bi zimanekê vekirî û gelekî xwezayî vedibêje. Azad gelek caran empatîyeke xurt, bi van kesên li “rawestgehên girtî” û nexweşxaneyên derûnî dimînên re ava dike. Piştî şerê Surî hatina pêlên penaberan, ji mirovên nû hatî re wergêrîyê dike. Azad bi xwe jî ji ber ku ji welatê navê wê Sûrî hatî danîn hatîye, nikarê xwe ji serpêhatîya van kesan dûr bixe û gelek caran weke ku dibêje, ev kes di bine parçeyek ji jîyana wî .

Lê ma morîk kengî belav dibin? Di nav karê wergêrîyê de Azad li nexweşxaneyeke zarokên derûniya wan xirab bûyî rastî kurikekî pazdeh salî Hisên tê. Ev beş,“Morîk, morîka Hisênê biçûk bû” hatîye bi nav kirin û morîka 51ê ye. Piştî vê morîkê êdî roman ber bi dawîyê ve diçe û weke romana Marquez ya bi navê” Duşema Sor” her tişt dîyar dibe. Dîsanê ev beş, romanê ji rûtînekê xelas dike û mirov xwe li ber pêlên vê herikandina romanê berdide.

Cihên Roman lê dibûre û Dema Romanê

Weke me li banî gotî; welatê ku Azado jê hatî Elmanyayê raste rast nayê dîyar kirin. Amûdê, weke di nava welatekî Ûtopîk ango dîstopîk de ye. Ji vî welatê ku marên kesk nahêlin Azad, jiyaneke azad bijî, rastî zordarîyê tê. Ji ber vê jî Azad berê xwe didê derveyî welêt. Azad tê Elmanyayê, lê bajar, tar û navnîşan tenê Elmanya ye. Nivîskar li Elmanyê, navên tu bajar, tu tar û tu navşnîşanên ku bûyer û çîroka Azad lê derbes dibe ji me re nabêje. Tenê dera ku Azad tê kuştin, di destpêka romanê navê Herêmeke dibejê. Lê cihan bi nav dike ango taswîr dike; kampa penaberan, dibistana hînbûna zimanê Elmanî, Rawestgehên girtî, Balafirgeh û hwd.

Wext an dema ku roman tê gotin jî nedîyar e. Lê dema kuştina Azado di “morîka ji derveyî tizbîye de” weke “..roja şazdehê Adara du hezar û diduyan” destnîşan dike. Lê li gorî kronolojîya serpêhatîya Azad, divê ev sala 2012an ba. Ji ber ku weke ku di romanê de dibeje, Azado piştî pêlên penaberên Surî xwe li sînorên Elmanyayê qelibandin tê kuştin û di herikandina romanê de, hilweşîna bajarên Surî û hovîtîya cîhadîstan tê ravekirin. Divê dem jî li gorî van bûyeran sala 2012an be. Lê dibe ku sala du hezar duduyan tercîha nivîskar jî be. Dirêjbûna dema romanê çend salin em sedî sed nizanin. Dibe ku ev dema romanê bi qasî temenê lehengê romanê Azad be.

Morîka 59an qetandina tayê tizbîya û belavbûna 99 morîkan e. Bi hatina Bêrîvanê evîn xwe nûjen dike. Bêrîvan, tê elmanyayê û du evîndarê kevin rastî hevdu tên. Tizbîya di zenda çepê ya Azado de, hêjî li cihê xwe ye. Bi destê kujerekî nediyar lehengê me li Elmanyayê tê kuştin û evîna deh salan di dil de dimîne…. ji 99 morîkên belavbûyî, nivîskar 59an vedibêje. Ya rastî duduwan jî lê zede dike û wan weke “morîka derveyî tizbîyê” bi nav dike. Ango tevahî 61 morîk in. Lê ma kanî ew 40 morîkên dî. Nivîskar dibêje ew belav bûne û nehatine dîtin. Û li gorî min nivîskar dibêje, dilê min hew radigire ango divê dile mirov hew ragire van morîkên bixwîn ji we re vebêjim.

Belavbûna morîkan, belavbûna kesayet û civakê ye. Roman, jiyan û derûnîya kesên penaber ji gelek hêlan raxistîye ber çavên xwendevan. Gelek morîk bi serê xwe dibin çîrok û derveyî vê romanê werin xwendin jî tiştekî ji bedewûna xwe winda nakin. Lê romannûs Helîm Yûsiv ev çîrokên dema îro bi tayekî xurt bi hev kirine. Dibe ku Azad Morîkek ji civakê be û hemû morîk bi tayê jiyanê bi hev re giredayî bin.