NEHBERK- Leyîstikeke Jîrayîyê

Ez bixwe nizanim leyîstika nehberkê ji ku hatîye nava kurdan. Lê tişta ez zanim li herêmên Torê û Botanê, li gundan xelk dileyîst. Bêhtir weke leyîstika şivan û gavanan bû. Lê carina di nava gund de, jî zilam jî dileyîstin.

Nehberk li ser şeklekê çarkoşe dihate leyîstin. Pêşî çarkoşeyek li ser kevirekî an jî ler depekî dihat xêzkirin. Dûv re di nava wê çar koşeyê de dudu çarkoşeyên dîn dihatin xêzkirin û pişte re bi çar xêzên din çar alîyê hersê çar koşe ji nîvê wan dihate xêz kirin. Li ser wî şiklî, du leyîstikvan bi neh berkên xwe dest leyîstikê dikirin. Li ser dep an jî kevirê nehberkê her alî de neh cihê berkan hene. wexta leyîstikvan berka xwe ya ewîl danî, armanca wî rêzeke ji sê berka çêbûyê saz bikê ye. Berberê leyîstikvan divê nehêle rêz çebe û ew xwe jî rêzeka ji berkan çêbikeye. wexta lîstikvanek berî rêza xwe saz bike, divê ji berberê xwe re bêje ” ez fik”. Ango lîstikvan gava xwe vaşartî navêje. wexta ku bû rêz jî, Lîstikvan dibeje “ez rêz”. Dema leyîstikvanekî rêzek çêkir dikarê ji nav berkên berberê xwe rahêje berikekî. Ango berikekê berberê xwe bixwe. Bi vî awayî leyîstik heta ku du kevirên aliyekî bimîne berdewam dike. Kesê di dawîya leyîstikê de berkên wî ji yê berberê yî zêdetir li ser dep mayî, ango du berikê berberê xwe hiştî ew serkeftî ye.

Di leyistika nehberkê de hinek têgihên taybet hene. Me li banî dûdo gotibûn. ev ” Ez fik” û “ez rêz” bûn. Dîsa hemleyeka taybet heye û navê wê “çeqûber “e. Çeqûber, wexta leyîstikvanek di her veguhaztina berka xwe de sazkirina rêzekî ye. Bi vî awayî lîstîkvanê çeqû ber çekirî, lîstikvanê serkevtî tê qebûl kirin. Lewra, berberê leyîstikvan nikarê tu gavên dî bavêje.

Wexta min li ser telefonê aplikasyona vê leyîstikê dît, nehberka me ya li gund hat bîra min. Lê qaîdeyên leyîstika dijîtal ne weke ya me bûn. mînak;di aplîkasyonê da gava sê berkên alîyekî man, ew alî dikare çapraz jî cihê berkên xwe biguhêre. Lê di Nehberka kurdan da qaîdeyeke wisa tuneye û tu caran leyîstikvan nikare cihê berkên xwe çarpraz biguherê. Leyîstikvan divê berkên xwe her dem li xêzekî rast pêş da an jî paş de bibe. Di cihana dijîtal de ev leyîstek belavbûye. Di nava kurdan têgihên wê yên taybet hene, lê çima me ev leyîstik ji bîr kir gelo.  Îro ev leyîstik li ser înternetê weke aplîksyon heye, gelo kurd nikarin vê leyîstikê li nava bajaran bikin leyîstikek aktûel…

gehên Nehberkê

Berik:Kkevir

Dep: Textê.zemîna ku leyîstik li ser tê leyîstin.

Ez fik: Ezê berka te bixum

Ez rêz.: Rêz çêbûya û leyîstikvan di rahije berka berbere xwe.

Çeqûber: Di sê alîyan da, ango di her hemleyê da rêz çekirine

Berber: Reqîb